PENa Tirkiyeyê Dayikên Şemiyê hêjayî Xelata Dûygû Asenayê dîtiye

Komeleya Nivîskarên Tirkiyeyê (PENa Tirkiyeyê) aşkere kiriye ku ew ê Xelata Dûygû Asenayê ya 2019ê bidin Dayikên Şemiyê.

PENa Tirkiyeyê ango Komeleya Nivîskarên Tirkiyeyê biryar girtiye ku îsal Xelata Dûygû Asenayê bidin Dayikên Şemiyê. Dûygû Asena yek ji girîngtirîn nivîskarên feminîst ên Tirkiyeyê ye. Asena di sala 2006ê de miribû. PENa Tirkiyeyê ji sala 2007ê û vir ve, li ser navê wê xelatan belav dike.

“Çalakiyên xwe berdewam dikin”

Di daxuyaniya PENa Tirkiyeyê de wiha hatiye gotin:

“Xizmên windahiyan jî ji Gulana 1995ê heta roja me, li Stenbolê, li Qada Galatasarayê her roja şemiyê saet di 12.00ê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

“Çalakiyên ku ji bo dengên xwe bidin bihîstin, pirsgirêkên xwe bi raya giştî re par ve bikin û hestiyariyê bilind bikin bi biryardarî, di bin ba û baranê de û di nava heriyê de, di bin sar û sermayê û germayê de berdewam kirin. Ew girseya ku bi navê “Dayikên Şemiyê” hatin naskirin gelek caran rastî mudaxeleya polîsan hatin. Lê di nekarîbûn cara 700î werin ba hev. Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hate qedexekirin. Çalakiyên ku bi beşdarî û tevkariya Komeleya Mafên Mirovan berdewam dikin, niha li Beyoglûyê, li ber avahiya komeleyê weke daxuyaniya çapemeniyê berdewam dikin”.

Cara pêşiyê dabûn Çalişlarê

Xelata Dûygû Asenayê cara pêşiyê di sala 2007ê de ji ber xebata wê ya bi navê “Latîfe Hanim” dabûn Îpek Çalişlarê. Sala 2008ê dabûn nivîskarên du pirtûkan: Pirtûka Li Tirkiyeyê Tundkariya Li Ser Jinan (TUBITAK) ya Ayşe Gul Altinay û Yeşîm Aratê û Dayık, Rêheval û Xwedavend, Di Tevgera Kurdan de Jin û Avabûna Nasnameya Jinan (İletişim) ya Handan Çaglayanê hêjayî xelatê hatibû dîtin.

Sala 2009ê Pinar Selek, sala 2010ê Nevîn Bektaş, sala 2012ê Buşra Ersanli û Ayşe Berktay, sala 2013ê Komeleya Piştevaniya bi Jiyana Hemdem, sala 2014ê Mucella Yapici, sala 2014ê Latîfe Tekîn û Akademiya Gumuşlükê xelat standiye. Sala 2017ê xelat dane Sevgî Ozelê, sala 2018ê jî dane Parêzer Nazan Moroglû, Koordînatora Yekîtiya Avakirina Jinan a Stenbolê, Seroka Komisyona Hiquqê ya Jinan a Yekîtiya Baroyan. (EMK/FD)

Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê

2 Shares:
You May Also Like
Daha Fazla

“Korona Günlerinde de Ayrımcılık” Çevrimiçi Konferans Başvuruları Başladı!

Eşitlik Forumu olarak, Korona Günlerinde de Ayrımcılık başlığıyla; risk altındaki grupların salgınla mücadele kapsamında insan haklarına eşit erişimde yaşadıkları sorunları, yürürlüğe konan politikaların söz konusu gruplar açısından sonuçlarını ve kapsayıcılık ve eşitliği sağlamaya yönelik önerileri tartışmak üzere çevrimiçi oturumlardan oluşan bir konferans düzenliyoruz.