Komeleya Lêkolînên Kurdî wê Roja Zimanê Dayikê pîroz bike

Komeleya Lêkolînên Kurdî, wê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî bernameyekê di bin navê “Jiyan bi zimanê dayikê xweş e” çêbike.

Bi sedema hatina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Ya Navnetewî, Komeleya Lêkolînên Kurdî, bernameyekê wê çêbike.

Bername wê 21ê Sibatê li Navenda Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Beyoglûya Stenbolê çêbibe.

Bername wê saet di 18.00ê de bi kokteylekê dest pê bike û bi daxuyaniya çapemeniyê û nîşandana filmê bi navê “Di Navberê De” ya Alî Kemal Çinarî berdewam bike.

Derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî her sal 21ê Sibatê tê pîrozkirin. Ev roj, di 17ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 1999ê de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye pejirandin û bi seremonîyekê hatiye ragihandin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin.
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bûye, Bangladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kiriye. Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneke ji bo fermîbûna zimanê dayikê de polîsan 11 kes kuştiye. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek “Roja Şehîdên ziman”ê xwe bibîrtînin. Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bûne. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê ango ûrdû bûye. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûne. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirine. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel ûrdûyî bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneke girseyî li dar xistine. Polîsan êrîş biriye ser xwepêşandaran û 11 kes kuştine. Lê bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandine. Hukumeta Pakistanê neçar ma ye ku di 1956ê de ûrdû û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. * Çavkanî: Wikipedia

Stenbol – Navenda Nûçeyan a BIAyê
11 Sibat 2019
1 Shares:
You May Also Like
Daha Fazla

“Korona Günlerinde de Ayrımcılık” Çevrimiçi Konferans Başvuruları Başladı!

Eşitlik Forumu olarak, Korona Günlerinde de Ayrımcılık başlığıyla; risk altındaki grupların salgınla mücadele kapsamında insan haklarına eşit erişimde yaşadıkları sorunları, yürürlüğe konan politikaların söz konusu gruplar açısından sonuçlarını ve kapsayıcılık ve eşitliği sağlamaya yönelik önerileri tartışmak üzere çevrimiçi oturumlardan oluşan bir konferans düzenliyoruz.